Katz gefa 'Deh bela' li Hûsiyan xwar

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyariyeke tund da Hûsiyên li Yemenê û got, wê "Deh belayan' bînin serê wan.

Daxuyanî piştî wê yekê hate kirin ku fuzeyeke Hûsiyan li cihekî vala yê xaka Îsraîlê kete xwarê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku ji ber êrîşê li sîrenê nehatiye xistin. Hûsiyan têkildarî mijarê hîn daxuyaniyek nedan, lê berpirsyariya êrîşa bi du fuzeyan a roja Çarşemê ya li ser Îsraîlê li xwe girtibûn.

Wezîrê Parastinê Katz li ser X'ê daxuyaniyek da, işaret bi 'Deh Belayên' di Tewradê de qala wan tê kirin ku bi serê Misrê ve hat û got, "Milîsên Hûsî careke din bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kirin. Em ê 'deh belayan' bînin serê milîsên Hûsî."

HÛSIYAN SONDA TOLHILDANÊ XWARIN

Hûsiyan ji bo hilanîna tola Serokwezîr û wezîrên xwe, yên ku hefteya derbasbûyî li Sanaa'yê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatin kuştin, sond xwarin. Hûsî êrîşên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê yên Îsraîlê û ser bi wê ve, dewam dikin.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê ku 7'ê Cotmeha 2023'an bi êrîşa Hamasê destpê kir, Hûsiyan bi fuzeyan û balafirên bêmirov gelek caran êrîş birin ser Îsraîlê û keştiyên bazirganiyê yên li Derya Sor. Hûsiyan diyar kirin ku êrîş bi armanca 'piştevaniya bi Fîlîstîniyan' têne kirin. Hem van êrîşan hem jî bersiva giran a Îsraîlê rageşiya li herêmê zêde kir.

DEH BELA

Deh Belayên ku di Tewradê de qala wan tê kirin, behsa 'felaketên îlahî' dike ku beşek ji derketina ji Misrê ye. Li gorî vê vegotinê, li hemberî fîrewnê Misrê yê ku zarokên Îsraîlê kiribû kole, hêza Xwedê hate nîşandan û her yek ji belayan bi serê xwedayekî Misrê ve hat. Ev bela jî bi vî rengî têne vegotin: "Çemê Nîlê veguherî xwînê, beqan dest bi talankariyê kirin, mêş, heywanên kûvî, nexweşiyên şewbê, kunêr, zîpik, talankeriya kuliyan, tarîtî û herî dawî jî mirina pitikên nû jidayikbûyî."